Li kantona Cizîrê metirsiya cotkaran a ji belavbûna kurman

Li gorî par barana îsal, hinek jî be, dilê cotkaran xweş kiriye.
Ev li aliyekî, li kêleka vê jî hewaya heyî, dihêle cotkar bi pirsgirêkên din re rûbirû bimênin.
Cotkarên Katona Cizîrê, ji belavbûna kurman bifikarin.

Di dawiya werza payîzê û despêka zivistanê de, barana ku bariya dilê cotkarên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xweş kir.

Herî kêm ev baran li gorî par, baştir û zutir hat.

Lê baran bi tenê jî nikare bibe sedema berhemên baş.

Saziyên têkildarî karûbarên çandiniyê yên kantona Cizîrê dan zanîn ku rêjeya barîna baranê ya îsal heta niha gihîşt 183 mîlî-metre.

Ev rêje sala borî heta meha Kanûnê nêzî 40 mîlîmetre bû.

Back to top button