Îro Doza Kabanê ya li ser HDP hatiye vekirin li Enqereyê dest pê kir

Îro yekemîn rûniştina Doza Kobanê ya ku Hevserokên (HDP) yên berê pê hatine tawanbarkirin e. Daxuyaniya HPD jî ya di vê der barê de hat astengkirin.
Serokên baroyan pirs kir ku gelo dadger wê karibin giraniya Doza Kobanê rabikin?

Îro yekemîn rûniştina Doza Kobanê ya Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn jî di nav de, 28 jê girtî, 108 siyasetmedarên Kurd tê de tên darizandin.

Ev yek, wê li 22’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li salona Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin.

Wê ji baroyên Îzmîr, Amed, Wan, Şirnex, Riha, Dersim, Colemêrg, Agirî, Bûrsa û Mêrdînê serok û parêzer beşdarî rûniştinê bibin.

Polîsan rê neda dayîna daxuyaniya hevserokên HDP’ê

Beriya rûniştinê, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan li pêşiya dadgeha li Sîncanê daxuyanî da.

Polîsan dayîna daxuyaniyê asteng kir û destûr nehate ku çapemenî daxuyaniyê bişopîne.

Serokên Baroyan: Gelo dadger wê karibin giraniya Doza Kobanê rakin?

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, anî ziman ku ew ê dozê heya dawiyê bişopînin.

Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan jî destnîşan kir ku ev îdîa ne li gorî qanûnan ne û pirs kir ku “Gelo dadger wê karibin giraniya Doza Kobanê rabikin? Ev mijara nîqaşê ye.”

Partiya Çep a Swdê piştgirî da HDP’iyan

Berdevkê Polîtîkaya Derve û Parlamenterê Partiya Çep Hakan Svenneling diyar kir ku ew ê hewldana cezakirina HDP’iyan qebûl nekin û piştgiriya xwe ya bi HDP’ê re xurtir bikin.

Seroka Duyemîn a Forûma Çep a Navneteweyî Yekbûn Alp da zanîn ku li dijî girtina rêveberên HDP’ê, wê heta dawiyê piştgiriyê bidin.

Di vê navberê de endamên Partiya Çep ên bajarê Uppsalayê li ser medya dîjîtal ji bo piştgiriya HDP’ê dest bi kampanyayê kir.

Back to top button