Rûniştina 4’an a doza Kobanê di roja duyemîn de dewam kir

Doza Kobanê. 20 jê girtî 108 siyasetmedarên HDP’ê ji ber xwedî li derketina Kobanê ya li dijî êrişên DAIŞ’ê têne darizandin.Rûniştina 4’emîn a Doza Kobanê îro li dadgeha Enqereyê di roja duyemîn de dewam kir. Ji ber serokê şandeya dadgeha li Doza Kobanê dinêre, ji ber vîrûsa coronayê, li ser daxwaza parêzeran danişîn taloqî roja pêncşemê hat kirin.

Hevserokên Giştî yê HDP’ê yên berê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endam û rêveberên komîteya rêvebir a navendî yên HDP’ê jî di nav de 20 jê girtî 108 siyasetmedar ji doza Kobanê tên darizandin.

Rûniştina 4’an a Doza Kobanê di roja duyan de li Dadgeha Cezayê Giran ya 22’yan a Enqereyê dewam kir.

Hevserokê giştî yê HDP’ê yê berê Selhedîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak ji Girtîgeha Kandirayê û siyasetmedarên din ên girtî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.

Xizmên siyasetmedarên girtî û parlamenterên HDP’ê jî doz şopandin.

Li ser daxwaza parêzeran danişîn taloqî 23’ê Îlone hat kirin

Hat destnîşankirin ku ji ber serokê şandeya dadgehê temasa wî bi xizmek wî ku bi koronayê ketiye re heye, wê şandeyek demkî li dozê binêre.

Li ser vê agahdarkirinê parêzerên dozê xwestin rûniştina dozê were taloqkirin.

Tevî vê daxwaza parêzeran jî serokê şandeya dadgehê yê demkî xwest siyasetmedarên girtî parastina xwe bikin.

Li ser vê yekê Selahedîn Demîrtaş mafê axaftinê wergirt û parastina nekir û tevlî pêşniyara parêzerên xwe bû.

Gultan Kişanak jî beşdarî daxwaza parêzeran bû û xwest navber bidin danişînê.

Siyasetmedarên din jî daxwaza parêzeran dubare kirin.

Dozgerê dozê di çarçoveya hemû dosyeyên li ber çavan bigre, biryara dewama girtina siyasetmedaran da.

Piştî biryara dozger, şandeya demkî li ser daxwaza parêzeran û siyasetmedaran neçar ma ku danişînê taloqî 23’ê îlonê roja pêncşemê bike.

Back to top button