Şêniyên gundên Tirbesipiyê ku li ser sînorê bakurê kurdistanê ne diyar kirin ku her çendî berdêl giran jî be ew dev ji gundên xwe bernadin û her ser axa xwe bin.
Hemîd Mûsa yê ji gundê Dêrna Qulinga yê başûrê navçeya Tirbespiyê axivî û got:
Artêşa Tirk dagirker gundên me gulebaran dike û hin caran bi guleyên obîs û hawinan topbaran dike.
Lê her çiqas berdêl giran be dîsa jî em dev ji gundên xwe bernadin.”
Gulistan Mihemed a ji gundê Maşûq diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker şênî bê kehrebe û bê av mane.
Seîd El Ebûd ê ji gundê Mizgeftê dazanîn ku tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker ew pergala xwe ya demokratîk ku tê de bi ewlehî û aramî dijîn bernadin û got:
“Tu hêz nikarin me ji xaka me bi dûr bixin.”
Welatiya bi navê Safiye Mihemed a ji gundê Girê Pirê destnîşan kir ku armanca êrişê valakirina herêmê, dagirkirina wê û guhertina demografiya wê ye.
Di dawiyê de Safiye teqezkir ku ewê li dijî êrişan berxwedaniya xwe bidomînin.