Tirkiyê, dronên bombekirî radestî çeteyên radîkal ên li Terablusê dike

Dezgehên ragihandinê yên xwecihî li Lîbyayê ragihand ku dewleta Tirk, dronên bombekirî radestî çeteyên radîkal ên li Lîbyayê dike. Mismarî jî dibêje, Erdogan hewl dide xwe bigihîne kevana petrolê ya Lîbyayê.

Çavkaniyeke ewlekariyê ji malpera ”El-Sa’aa 24” a Lîbî re eşkere kir ku, parêzgarê banka navendî ya Lîbyayê El-Sidîq El-Kebîr, ferman da ku hemû deynên Tirkiyê yên di stûyê Lîbyayê de, bo banka navendî ya Tirkiyê werin şandin.

Çavkaniya ku nexwet nasnameya xwe eşkere bike, teqez kir ku, di nav van deynên derengmayî de, deynên gelek celebên dronan jî hene.

Malpera ”El-Sa’aa 24” di raporeke xwe de diyar kir ku Enqere plan dike dronan radestî çeteyê Qa’îdayê Xalid El-Şerîf û çeteyên wî yên li rojavayê Lîbyayê bike.

Li gorî raporê, çeteyên radîkal ên li Terablusê hewl didin çekên pêşketî ji Tirkiyê bi dest bixin, mîna dronên bembekirî ku metirsiyeke mezin li ser Lîbya û dewletên cîran çêdike.

Mismarî: Erdogan hewl dide xwe bigihîne kevana petrolê

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî jî ragihand ku Erdogan hewl dide xwe bigihîne kevana petrolê ya Lîbyayê.

Mismarî duh ji Spûtnîkê re diyar kir ku Erdogan dixwaze destkeftiyên xwe yên li Terablusê, ji bo gihandina kevana petrolê bi kar bîne

Mismarî teqez kir ku erkana giştî ya artêşê, komeke rêveberên çalakiyên taybet, ji bo parastina herêma Kendava Sedra û xetên petrolê yên bi dirêjahiya 800 km li çolistanê erkdar kirine.

Berdevkê Artêşa Lîbî distnîşan kir ku ev zeviyên petrolê fireh in û ji bo parastina wan, pêdivî bi hêzeke leşkerî ya mezin heye.

Back to top button