Bandora operasyona Mirovî û Ewlehiyê

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya YPG Siyamend Elî derbarê çeteyên ku li kampa Holê xwe birêxistin dikirin, operasyonên li dijî wan de agahî parve kir.
Her wiha Siyamend Elî diyar kir ku bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker ve şaneyan xwe bi tevger dikirin û got:
“Li gorî delîlan, çekan û kesên hatine girtin, diyar dibe ku planeke mezin heye.
Ev plan xwe dispêre êrişên dewleta Tirk û destpêkirina şerekî li herêmê ji bo ku DAIŞ êrişan pêk bîne.”

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya YPG Siyamend Elî derbarê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê û çeteyên ku hatine girtin ev agahî parve kir:

“Ebû Ebid El Hemîd di 3’yê Sibatê de di operasyoneke taybet de hate girtin.

Berpirsê tundrawiyê, derxistina fetwayan, perwerdekirina zarokan, rewakirina fetwayên terorê bû..”

Tevgerên şaneyên DAIŞ’ê li kampê

Siyamend Elî da zanîn ku Ebû Ubeyde ku berpirsê ewlehiya hundirîn bû 27’ê Kanûna 2023’yan di operasyoneke taybet de hat kuştin û got:

“Ebû Ubeyde berpirsê derbaskirina çek, belavkirina wê û perwerdekirina ciwan û jinan bû.

Ev kes jin û ciwanan perwerde dikir da ku di kampê de li dijî kesayet û hêzên me êrişan pêk bînin.”

Derbarê koordîneya navbera şaneyên DAIŞ`yê yên li hundirê kampê û derveyê wê de Elî ev agahî tişt gotin:

“Ji derveyî kampê kesê bi navê Ebû Sufyan berpirs bû. Demekê di nava kampê de bû û bi rêyekê jê derket.

Ebû Sufyan berpirsê zêdetirî 80 bûyerên kuştinê di nava kampê û li derveyî wê de bû ku ji 2020’an ve pêk hatine.”

Operayonên taybet ên li dijî şaneyên DAIŞ’ê

Girêdayî hurgiliyên girtina Ebû Sufyan Elî got:

“Piştî girtina bi dehan terorîstên ku bi Ebû Sufyan re êrişên terorî kirine, piştî lêpirsînê û li gorî hin agahiyan em tev geriyan û gihaştin cihê xwe lê vedişart.

Di operasyoneke taybet a HAT`ê de hate kuştin.”

Siyamend Elî anî ziman ku şaneyan êrişên dewleta Tirk a dagirker bi kar dianîn û got:

“Li gorî delîlan, çekan û kesên hatine girtin, diyar dibe ku planeke mezin heye.

Ev plan xwe dispêre êrişên dewleta Tirk û destpêkirina şerekî li herêmê ji bo ku DAIŞ êrişan pêk bîne.”

Rûken Cemal: Rizgarkirina jina Êzîdî Kovan ji bo me serfirazî û serbilindî ye

Back to top button