Parlamenter Kordû: Ji bo azadiya birêz Ocalan biryardariyeke mezin heye

Ji beşdarên Meşa Azadiyê Parlamentera Dersimê ya DEM Partiyê Ayten Kordû derbarê meşê de axivî û got:
“Di mijara azadiya Birêz Ocalan de biryardariyeke mezin heye.
Ev meş jî beşek ji vê biryardariyê ye.
Dema ku tecrîd bi dawî bû hingî wê çareseriya demokratîk destpê bike.”

Li Bakurê Kurdistanê Meşa Azadiyê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Wan û Qersê hatiye destpêkirin, di roja 8’an de ye.

Ji beşdarên Baskê Wanê yê Meşa Mezin a Azadiyê Parlamentera Dersimê ya DEM Partiyê Ayten Kordû derbare Meşê de axivî.

Ayten Kordû diyar kir ku li her devera ku ew tê re derbas dibin ji aliyê gel ve bi çoşeke mezin tên pêşwazîkirin û wiha pê de çû:

“Ji vê yekê me hêz û moraleke mezin wergirt.

Di mijara azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan de biryardariyeke mezin heye.

Ev meş jî beşek ji vê biryardariyê ye.”

“Bidawîbûna tecrîdê wê çareseriya demokratîk bi xwe re bîne”

Ayten Kordû ragihand ku jin pêşengiya vê meşê dikin û got:

“Hiştina Birêz Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de tê wateya tecrîdkirina gelên Kurd.

Em hem ji bo azadiya xwe, hem jî ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan vê têkoşînê dimeşînin.

Dema ku tecrîd bi dawî bû hingî wê çareseriya demokratîk destpê bike.

Ji ber vê yekê divê azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan bê pêkanîn.”

Ayten Kordû: Em ê bi meşa xwe serkeftinê misoger bikin

Ayten Kordû di dawiya axavtina xwe de wiha got:

“Divê maseya danûstandinan ji nû ve bê danîn, diyalog ji nû ve bê destpêkirin.

Em jin baş zanin ku bi danûstandin û diyalogê dikarin pirsgirêkan çareser bikin.

Em ê bi meşa xwe serkeftinê misoger bikin.”

“Meşa Azadiyê” ya li Parîsê dest pê kirî di roja 16’an de ye

Back to top button