Amerîkayê li Iraqê êrîşeke hewayî pêk anî

Duh li paytexta Iraqê, Bexdayê wesayîtek fermandarên hizbûllahê sê caran hat bombebarankirin.
Di êrişê de 3 kes hatin kuştin ku 2 ji wan berpirsên payebilind ên Hîzbullahê bûn.
Fermandariya hêzên navendî yê Amerîkayê-Centcom ragihand ku wan ew êriş pêk aniye û got: “Ew li dijî hêzên me di nava plana êrişan de bûn.”
Iraqê jî êrişên Amerîkayê wek binpêkirina serweriya welêt bi nav kir.

Şevê din, li bajarê Bexdayê wesayîtek hate bombebarankirin.

Di êrîşa hewayî de Fermandarên Hizbûllah hat armanckirin

Di êrişa ku ji aliyê hêzên Amerîkayê de pêk hatî de fermandarên hizbullahê bûne armanc.

3 kes hatin kuştin, ku 2 ji wan berpirsên payebilind ên Hîzbullahê bûn.

Berxwedana Îslamî ya Iraqê diyar kir ku Ebû Baqir Sedî û Erkan Elyawî ku fermandarên Hizbûllah a Iraqê ne, jiyana xwe ji dest dane.

Amerîka: Ji bo parastina hêzên xwe emê tişta pêwîst bikin

Piştî demekî Fermandariya hêzên navendî yê Amerîkayê-Centcom êriş girt serxwe.

Centcomê diyarkir ku wan fermandarên hizbullah ku li dijî hêzên wan di nava plana êrişan de bûn kirine armanc.

Navendê diyar kir ku ew ê ji bo parastina hêzên xwe gavên pêwîst yên bi vî rengî biavêjin.

Sudanî: Em li ser bidawî anîna erkê hevpeymaniyê bi israrin

Piştî êrişa Amerîkayê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li gel Wezîra Parastinê yê Îspanyayê Margarita Robles civiya.

Hate diyarkirin ku Sudanî di civînê de teqezî kiriye ku li ser bidawîkirina erka Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Iraqê bi israrin.

Her wiha Sudanî tekezî bi vê kiriye ku hêzên Iraqî dikarin parastina herêmên bikin û paşmahiyên DAIŞ’ê êdî metirsîyê li ser Iraqê nakin.

Iraq: Êrîşên Amerîkayê li dijî serweriya Iraqê ye

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqê Tehsîn Xefacî êrîşên Amerîkayê wek binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kir û got:

“Ji van êrişan ku gefê li ewlehî û aramiya Iraqê dixwe, Amerîka û hêzên Koalîsyonê berpirsyarin.”

Iraq: Ev êriş hevpeymana navbera Iraq û Amerîkayê xira dike

Berdevkê Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl jî bertek nîşanî êrişê da û got:

“Êrişên Amerîkayê wan ber bi bidawîkirina hevpeymaniya navbera Iraq û Amerîkayê ve dibe.”

Parlamentoya Iraqê dê li ser êrîşên Amerîkayê kom bibe

Piştî vê êrişê çav li rêye ku Parlamentoya Iraqê roja şemiya bê di derbarê proje yasaya durxistina hêzên Amerîkayê ji nav Iraqê de kom bibe.

Back to top button