“Herîrî bi daxuyaniya xwe ve ispat kir ku ajandeyeke dewleta Tirk e”

Endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê Mihemed Hesen diyar kir ku
daxuyaniyên serokê Îtîlafa Sûriyê Nasir El-Herîrî xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike.

Girêdayî daxuyaniya Nasir El-Herîrî ,Endamê MSD’ê Mihemed Elî Hesen ji Ajansa Hawar ‘ê re axivî û got:

“Di demekê de, me hêvî dikir ku nakokiya li Sûriyê bi lihevkirinên siyasî were çareserkirin.

Lê mixabin daxuyaniyên Nasir El-Herîr ya ku tê de bang li dewleta Tirk kir ku herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.

Ev yek wê azarên gelê Sûriyê zêde bikin,û tevliheviyê li tevahî Sûriyî derbixin.

Her wiha ev daxuyanî tê wateya ku El-Herîr ajandeyê ji dewleta Tirk re,dike.”

Mihemed Elî Hesen li ser çareseriya van aloziyan jî anî ziman:

“Alozî tenê bi rêya diyalogê çareser dibe û pêwîstiya wê bi baweriyeke nîştimanî heye.

MSD`ê ji bo parastina yekitiya Sûriyê jî ,ji diyalogê re vekirî ye.”

Hesen bang li her kesên welatparêz kir da ku li himber kiriyarên dewleta Tirk ve hişiyar bin.

Back to top button