Li kampa Holê penaberekî Îraqî hat kuştin, jinek Rûs û 2 jinên Libnanî birîndar bûn

Li kampa Holê a ku bi hezaran malbatên DAIŞ’î lê dimînin dîsa penaberekî Iraqî hat kuştin, jinek Rûs û 2 jinên Libnanî birîndar bûn.

Penaberê Iraqî yê bi navê Besman Ehmed Xanim yê 29 salî li beşa sêyemîn a Kampa Holê hat kuştin.

Hate gotin ku, Besman guleyek di ser xwe de xwaribû.

Hemwextî kuştina Besman, jina bi navê Yelîna Aleksander ku bi eslê xwe Rûs e û dayika 4 zarokan e, hat birîndarkirin.

Li gorî agahiyên ku ji Kampê hatin bidestxistin, Yelîna ji aliyê jinên DAIŞ’ê ve bi kêr û çakûç hatiye birîndarkirin.

Jinên bi navê Ala’i Enderon û Maya Ehmed ku bi eslê xwe Libnanî ne hatin birîndarkirin..

Her du jin di serî û destên xwe de birîndar bûn.

Berî du rojan jî QSD’ê 4 çeteyan ku gelek bûyerên kuştinê yên li kampa Holê pêk anîbû, girtin.

Back to top button