Ev 107 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Ev 107 roj in ti kes tiştekî li ser jiyana Rojnamevan Silêman Ehmed nizane.
Tenê ya diyar ku ji aliyê PDK’ê ve hatiyê revandin û heta niha çarenûsa wî ne hatiyê diyar kirin.MIX

Silêman Ehmed Rojnamevanekî ji Efrîna dagirkirî yê rojavayê Kurdistanê ye.

Erka wî di ajansa Rojnews’ê edîtorê beşa erebî bû.

Silêman Ehmed çaxa ji cem malbata xwe ya li taxa Şêx Meqsûdê vedigeriya, li Pêşxabûrê hat revandin.

Her wiha heta, niha PDK’ê rê nade ti kes hevdîtinê li gel wî bike.

Ajansa Rojnews’ê diyar kir ku PDK’ê ji ewlehî û jiyana Rojnamevan Silêman Ehmed berpirse.

Gelek Rojnamevanên Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî daxwaz dikin ku zûtirîn dem Silêman Ehmed were berdan.

Ev 106 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button