Şandeya KNK’ê serdana Aşûriyan kir

Li Hewlêrê şandeya KNK’ê piştî serdana bi partiya YNDK’ê, Komelî Dadgerî Kurdistan û Yekgirtûya Îslamî qedand, li gel Aşûriyan civiya. Mijara sereke ya hevdîtina wan dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bû.

Di hemû serdanan de hat ragihand ku yekîtî dikare rê li ber êrişên dewleta Tirk bigre.

Serdanên şandeya KNK’ê li Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Şandeya KNK’ê li Hewlêrê piştî serdana Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê çû serdana Hizba Beyit El-nehrînî ya Aşûriyan.

Şande ji aliyê Serokê Hizba Beyit Elnehrînî Yusif Yaqûb û hinek berpirsên din ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de behsa dagirkeriya dewleta Tirk û metirsiya wê, sedema domandina êrişan bêdengî û bê-helwestiya aliyan hate kirin.

Di civînê de hate gotin êrîşên dewleta Tirk piranî li ser gundên Mesihîn e.

Ji ber bombebaranê gundên wan wêran dibin û şêniyên wan koçber dibin.

Hizba Beyit Elnehrînî ragihand ku li gel yekrêziya aliyên Kurdistanê ye û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Yekgirtûya Îslamî: Yekîtî dikare rê li ber êrişên dewleta Tirk bigre

Şandeya KNK’ê li bajarê Hewlêrê serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî kir û civiyan.

Piştî civînê endamê Meclîsa Siyasî ya Yekgirtû Mihemed Hawdiyan daxuyaniyek da û got:

Kurdistan li ber êrişên mezin yên welatên herêmê û navnetewiye. Ji ber vê pêwîste em ji bo rawestandina êrişan amade bin.

Yekîtiya netewî di nava aliyên siyasî gelek girînge û divê Kurd ji bo pêşketinên nû amade bin.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî axivî û got;

Metirsiyên mezin li ser pêşeroja Kurdistanê heye.

Divê Kurd nakokiyên xwe bidin aliyek û pirsgirêkên xwe bi guftugoyê çareser bikin.

Şandeyek KNK’ê bi partiya YNDK û Komelî Dadgerî Kurdistan re civiya

Beriya van jî Şandeya KNK’ê bi partiya Yekitiya Netewî ya Demokrata Kurdistan-YNDK’ê û Komelî Dadgerî Kurdistan re jî civiya bû.

Di vê civînê de jî giringiya yekrêziya aliyên Kurdî û metirsiyên dewleta Tirk li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hat nîqaşkirin.

Piştî qedandina civînê Sekreterê YNDK’ê Xefur Mexmurî derbarê naveroka civînê de axivî û diyar kir ku her 2 alî hem fikir in û piştgiriya yekrêziya kurdan dikin.

Back to top button