Karaseta Lockerbie: Amerîka sûcdarê Lîbyayî girt

Di navbera Lîbya û Amerîkayê de lênûsa hesabên salane tên girtin.
1988’an piştî Amerîka bi balafiran êrişî mala Lîderê Lîbyay yê berê Muamer Qezafî kir, wî jî bi xistina balafira Lockerbie bersiv dabû.
Di vê êrişê de, 270 kes hatibûn kuştin.
Sîxurê Lîbyayî ku tê îdiakirin bombe li balafirê bicih kiribû jî piştî 34 salan hate girtin.

Hesabên 34 sal berê yên navbera Lîbya û Amerîkayê de êdî tên girtin.

Di êrişa Lockerbie de 270 kes hatibûn kuştin.

21’ê Kanûna 1988’an, firokeya rêwiyan ya PanAm Airlines ku ji Londonê ber bi New Yorkê diçû piştî 38 xulekan ket.

Di balafira ku li ser Lockerbie ya Skotlandê ketî de 270 kes mirin.

Ji van 190 hemwelatiyên Amerîkayê bû.

Serdozgeriya Skotlandê ku li ser karesata Lockerbie lêkolînê dike, nasnameya kesê hatiye binçavkirin eşkere kir.

Ew jî Ebû Agila Mihemed Mesûd e.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand ku kesê hatî girtin wê li Waşîngtonê ji bo lêpirsînê derxin pêşberî dadger.

Hat destnîşankirin ku Mesûdê ku hat diyarkirin ajanê berê ye, yek ji çêkerên bombeyan ê serokê berê yê Lîbyayê Muamer Qezafî bû.

Têkildarî girtina Mesûd hîna jî agahiyên elal ne hatine parvekirin.

Berdevkê Wezareta Edaletê ya Amerîka ragihand ku ew ê di demeke nêz de li ser rewşê agahiyên berfireh parve bikin.

Tekane kesê hatî girtin 2012’an mir

Li Amerîka û Skoçyayê li dijî Mesûd bi salan e lêpirsîn tên meşandin.

Heta niha tenê kesek ji bo karesata Lockerbie hatiye mehkûmkirin.

Efserê berê yê îstîxbarata Lîbyayê Abdulbaset Muhammed el-Mîgrehî bû.

El Mîgrehî yê 2001’an cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, 2009’an ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ji girtîgeha li Skotlanêdê derket.

Piştre jî 2012’an de li paytexta Lîbyayê Trablusê jiyana xwe ji dest da.

El Mîgrahî heta roja mirina xwe sûcdarî qebûl nekiribû.

Serdozgeriya Komarê ya Skoçyayê diyar kir ku lêpirsîna li ser karesata Lockerbie bi kordîneya rayedarên Amerîkayê dewam dike.

Karasata Lockerbie êrîşa herî giran e ku heya niha di serweriya Brîtanyayê de pêk hatiye.

Lîbyayê 2003’an berpirsyariya êrîşê girt ser xwe û 2,7 milyar dolar tazmînat da xizmên qurbaniyan.

Back to top button