Ehmed Mismarî: 5 sivîl ji ber bomebaraneke Tirkî hatin kuştin

Berdevkê Artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî ragihand ku “balafirên Tirkî devera Nesme li başûrê bajarê Mezda kir armanc, di encamê de, 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Îro Mismarî bi daxuyaniyekê teqez kir ku “dewleta Tirk hîna tawan û sûcên şer li dijî gelê Lîbî pêk tîne û sivîlan dike armanc”.

Li gorî Mismarî, hikumeta Wîfaqê ev yek girte ser xwe, bi idiaya ku wan kamyoneke leşkerî kiriye armanc.

Berdevkê Artêşê her wiha anî ziman ku “Tirkiye berê vê yekê jî, kamyonên xwarin û tenduristiyê li gelek deveran bomebaran kirine”.

Back to top button