Hevserokên HDP’ê: 2023 wê tarîtiya heyî bi têkoşîna hevpar a gelan ji holê rabe

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê bi peyamekê diyar kirin ku di sala nû de wê tarîtiya heyî bi têkoşîna hevpar a gelan ji holê rabe. Hevserokê giştî yê DBP’ê keskîn bayindir jî ku beriya hefteyekê hate girtin, ji girtîgehê sala nû li gelê kurd û bindest pîroz kir.

Bi boneya sala nû Hevserokên Giştî yên HDP Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar peyamek weşandin.

Hevserokan di peyamê de serê salê li her kesî pîroz kirin û ev tişt gotin: “Li dijî tarîtiya ku kûrtir dibe em bihêvî ne, ji bo guherînê em bi bawer in.

Ji sala 2023 û pê de ji bilî azadî, aştî, demokrasî û edaletê tu rêyeke din ji bo gelên Tirkiyê nîne.

Gelên Tirkiyê dê bi hev re tarîtiyê têk bibin.

Ev tarîtî bi têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyê dê belav bibe, bi têkoşîna hevpar em ê bigihîjin aştî, azadî û demokrasî.

Hindike maye ku ev rejîma xerabiyê bê guhertin. Sala 2023 ji bo gelên Tirkiyê dê bibe sala biharê.

Hevserokê giştî yê DBP’ê keskîn bayindir ji girtîgehê sala nû li gel pîroz kir

Bi wesîleya sala nû Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ku beriya hefteyekê hat girtin, li girtîgeha Amedê peyama pîrozbahiyê da û got: “Sala 2022’an sala têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê bû, sala 2023’an dê bibe sala têkçûyina faşîzma AKP-MHP’ê.

Hêviya ku sala 2023’an ji bo gelê me û gelên bindest bibe sala azadî û wekheviyê.

Back to top button