Debbie Bookchin: Erdogan li pey paqijiya etnîkî ye

“Erdogan sîstema demokratîk, femînîst a li Rojava weke gefekê li hemberî xwe dibîne.”
Bi van gotinan Sekretera Giştî ya Komîteya Rewşa Lezgîn a Rojava ya li DYE’yê Debbie Bookchin bertek nîşanî Erdogan da.

Debbie Bookchin derbarê vê yekê ji ANF’ê re axivî.

Debbie diyar kir ku şerê Erdogan ê li dijî PKK’ê şerê li dijî gelê Kurd e ..

Bookchin tekezî li ser vê yekê kir :

“Heta endametiya NATO’yê dewam bike wê koalîsyon qada hewayî ya li Rojava li Tirkiyeyê negire..

Bêguman ji bo hin pêkanîn li ser Erdogan bikeve meriyetê em karin zexteke cidî bikin.

Bi vê zextê dibe ku Erdogan ji operasyonên leşkerî bê vegerandin û xwe nêzî hevdîtinên aştiyê yên bi PKK’ê re bike. ”

“Li dijî êrişên Tirkiyê divê hêzên Rojava û Rûsya bi erka xwe rabin”

Bookchin dawiyê ev yek got:
“Lîderên dewletên rojavayî, Rûsyayê li hemberî êrîşên Erdogan ên li ser gelê Kurd û Rojava bêdeng dimînin..

Divê ji ber vê helwesta xwe şerm bikin.

Hêvîdarim ku em ê karibin dema pêş nêzîkatiya polîtîk a rojavayî ya li ser herêmê bi rengekî cidî biguherînin.”

Back to top button