KJK’ê Gerîla Gulçiya Gabar û Pelşîn Newroz bi bîr anî

Koordînasyona KJK’ê Fermandarên şehîd Gulçiya Gabar û Pelşîn Newroz bi bîr anî. KJK’ê diyar kir ku Fermandar Gulçiya li her bihosta xaka kurdistanê keda da û ji bo jineke bi tenê jî bê xweparastinê nemîne, têkoşiya. KJK’ê soza domandina riya şehîd Gulçiya û Pelşîn heta pêkanîna azadiya hemû jinan da.

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê Fermandar Gulçiya Gabar û Pelşîn Newroz ku 29’ê Nîsana 2019’an şehîd bûn, bi bîr anî.

KJK’ê da zanîn ku şehîd Gulçiya û Pelşîn bi têkoşîn û jiyana xwe bûn ew şehîdên ku rêya wan ronî dikin.

KJK: Fermandar Gulçiya Gabar li her bihosta xaka Kurdistanê ked da

Di daxuyaniyê de KJK’ê diyar kir ku Fermandar Gulçiya Gabar li her bihosta xaka Kurdistanê ked da, bandor kir û bi rêbaza xwe ya têkoşînê tevlî karwanê nemiran bû.

Hevala me Gulçiya bi eşqeke mezin li çiyê meşiya, mîna navê xwe bû yek ji gulên bijarte yên van çiyayan.

Gulçiya ku endama Konseya Leşkerî ya YJA Star û HPG’ê bû, bi têkoşîna xwe ya ku astengî nas nedikir, hat nasîn.

Ew ji Bakur heta Başûr, ji Başûr heta Rojava li tevahiya Kurdistanê têkoşiya.

KJK’ê anî ziman ku şehîd Gulçiya bi meşa xwe ya têkoşînê raxist pêş çavan ku jineke şoreşger, gerîla û fermandarek divê çawa be, çawa bijî.

Fermandar Gulçiya her tim xwest ku bersivê bide ‘hesreta jinên karibin felsefe û her mijarê nîqaş bikin’ ku xeyalê herî mezin ê Rêber Apo ye.

Bi vê daxwaz û lêgerînê xwe timî bi pêş ve bir û di nava kêliyê de xwe afirand, bû milîtanek ku bersivê bide kêliyê.

Bi qasî pêşengiya artêşbûna jinê, li ser pêşvebirina wê jî gelekî hewl da, ji bo jineke bi tenê jî bê xweparastinê nemîne, têkoşiya.

KJK: Gerîla Pelşîn Newroz jiyana rasteqîn li çiyê dît

Di dewama daxuyaniya xwe de KJKê got, Hevala me Pelşîn Newroz jiyana rasteqîn li çiyê dît.

Gerîla Pelşîn mîna navê xwe weke gerîlayeke jin a ciwan li çiyê jinûve çêbû û mîna pelan şîn bû.

Di salvegera 4’an a şehadeta wan de em dilsoziya xwe ya ji bo van hevrêyan nîşan didin ku xwedî wê hêzê bûn ji mirinê jiyaneke nû biafirînin.

YPJ’ê Fermandar Gulçiya Gabar bi bîr anî

Back to top button