Israyîlê balafirgeha Helebê topbaran kir: Leşkerek hate kuştin

Şevê din Israyîlê balafirgeha Helebê topbanan kir.
Di encamê de leşkerkî hikûmeta Şamê hate kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Mediyeya Hikûmeta Şamê ragihand ku doh Israyîlê balfirgeha Helebê topbaran kir.

Heman çavkaniyê eşkere kir ku leşkerekî hikûmeta Şamê hate kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Her wiha ji ber topbaranê gelek xisarên madî çêbûn di encam de balafirgeh ji xizmetê derket.

29’ê meha derbasbûyî jî Israyîl balafirgeha leşkerî ya Debia li Helebê topbaran kir.

Di encamê de agir bi depoyek çekan ket.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan jî ji aliyê xwe ve ragihand ku Israyîlê ji destpêka salê ve 16 caran xaka Sûriyê topbaran kiriye.

Back to top button