Kadar Pîrê: Erebistana Siûdî hewldana rêgirtina li ber Tirkiyeyê dike

Serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê diyar kir ku danezana Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna guhertina bingehîn di sazûmaniya dewletê de ye ku veguheriye pergaleke dîktatorî, çareseriyeke sûriyeyî ya xwecih e, çareseriyeke ji bo beşdarbûna tevahî sûriyeyiyan e.

Bi destpêka aloziya Sûriyeyê re Komkara Erebî endamtiya Sûriyeyê rawestand û cezayên aborî lê birîn.

Lê niha Tevî rexneyên DYAʹyê, Erebistana Siûdî ji bo vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî di nava hewldanan de ye.

Serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê têkildarî hewldanên Erebistana Siûdî yên ji bo vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî got:

“Her dewletek li berjewendiyên xwe digire.

Erebistana Siûdî jî li vê yekê digire nemaze piştî ku nîşaneyên plana Tirkiye-Rûsyayê ya bi erêkirin û razbûna Îranê diyar bûn.

Rejîma Şamê niha pişta xwe bi hebûna Rûsya û Îranê ya li Sûriyeyê xurt kiriye.

Rûsya dixwaze Tirkiyeyê razî bike da ku wê di hevbendiyên navneteweyî yên nû de bikişîne aliyê xwe.

Ev karekî pevguhertî yê di navbera her du aliyan de ye, lê li ser hesabê gelê Sûriyeyê û tevahî gelên herêmê tê kirin.”

Kadar Pîrê: Beyannameya Rêveberiya Xweser ji bo dewletên Ereban nameye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18ʹê Nîsanê de danezan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ragihandibû.

Kadar Pîrê danezana Rêveberiya Xweser wiha nirxand:

“Danezana Rêveberiya Xweser çareseriyeke sûriyeyî ya xwecih e.

danezan çareseriyeke ji bo beşdarbûna tevahî sûriyeyiyan e .

Danezan zelal e, guhertineke rasteqîn di sazûmaniya dewletê de ku veguheriye pergaleke monarşîk û dîktator, esas digre.

Ragihandina vê danezanê bi taybet di vê demê de ji bo dewletên Ereban û garantoran peyamek e.

Back to top button