Duran Kalkan: Ji 7 heta 70’ê salî divê herkes şervan be

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan diyar kir ku divê Kurd ne li bendê bin ku hêzên qirker bên û wan rizgar bikin û got:
Ji bo azadiyê divê gelê Kurd ji 7 salî heta 70 salî hemû şervan be.
Kalkan anî ziman ku Kurdistan bihûşta cîhanê ye û divê Kurd bi ti awayî Kurdistanê neterikînin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan bi mûnasebeta 41. salvegera damezirandina PKK’ê ji ajansa Firatê re axivî.

Duran Kalkan destnîşan kir ku li hemberî siyaseta faşîst û qirker divê li gorî ‘Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî’ têkoşîneke demdirêj were meşandin û civak divê ji 7 heta 70 salî şervan be, xwe biparêze.

Kalkan weha got:

“Divê jiyana me ya aborî, civakî û çandî li ser bingeha xweparastinê be.

Em ê xwe li ser bingeha îdeolojîk, siyasî, leşkerî perwerde bikin û bi rêxistin bikin.

Em ê pergala xwe ya xweparastinê pêk bînin û bêyî li benda kesî bimînin em ê mal, gund, tax, kolan, bajarok, zevî, herêm û bajarê xwe biparêzin.

Eger pêwîstî pê hebe em ê bi lehengî şer bikin û fedakariyê bikin.”

DURAN KALKAN:
MIROV DI BIN PARASTINA HÊZÊN DIN DE AZAD NABE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê işaret bi girîngiya xweparastinê kir û diyar kir ku azadî bi xweparastinê dibe û xweparastin hêza mirov bi xwe ye.

Kalkan weha anî ziman:

Mirov di bin parastina hinekan de azad nabin.

Di rewşeke weha de mirov dibin kole, dibin hevkar û teslîmiyet pêk tê.

Hebûneke azad li derveyî vê yekê nîne.

Belê em dibêjin, hebûna azad pêkan e, lê ev jî bi xweparastin û rêxistinbûn û şerê li ser vê bingehê dibe.

Divê em xwe bi hêza xwe biparêzin.”

DURAN KALKAN:
KURDISTAN BIHÛŞTA DINYAYÊ YE, NABE EM WÊ BERDIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan balkişand li ser armanca dagirkeriyê ya koçberkirina gelê kurd ji cih û warê wan û wiha pêde çû:

“Ji bo tunekirina hebûna gelê Kurd sed sal e êrîşên qirkirinê dikin, komkujiyan dikin, asîmîlasyonê dikin, demografiyê diguherînin, ji çar aliyên cîhanê mirovan kom dikin, li şûna Kurdan bi cih dikin. Kurdistan bihûşta cîhanê ye. Nabe ku em dest ji bihûştê berdin û ji hev belav bibin.”

Leave a Reply

Back to top button