Îro serokê nû hilbijartî Joe Biden sonda serokatiyê xwar û bi fermî bû serokê 46. ê DYA’yê.
Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden li gel cîgira xwe Kamala Harris, di hilbijartinên 3’yê Mijdara 2020’an de bi ser ketibûn.
Joe Biden 78 salî ye û beriya niha di dema Obama de 2 caran bû cîgirê serokê Amerîkayê û 30 salan jî endamtiya senatoya Amerîkş kiriye.
Serokê DYA Donald Trump ê ku dema wî bi dawî bû, beriya Biden bighêje Koşka Spî, xatirê xwe xwest û berê xwe da Florîdayê.