Partiya yekîtî û pêşverû yên Kurd li Sûriyê banga bidawîkirina dagirkeriyê kir

Alî û partiyên Kurdî, bi boneya salvegera 3. a dagirkirina Efrînê, daxuyaniyên cuda dan. Di daxuyaniyan da siyasetên Tirkkirinê li dijî şêniyên Efrînê hatin şermezarkirin û banga bidawîkirina dagirkeriyê hat kirin.

Ji bo salvegera 3. a êrîşên li ser Efrînê, Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) daxuyaniyeke hevbeş da û siyasetên dagirkeriyê li Efrînê şermezar kirin.

Herdu partiyan di daxuyaniya xwe de, siyasetên Tirkkirinê yên ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve, li dijî şêniyên Efrînê tên kirin, şermezar kirin û bang li civaka navneteweyê, desteyên têkildarî mafên mirovan û hêzên têkildarî aloziya Sûriyê kir ku vê dagirkeriyê bi dawî bikin.

PYD û Kongreya Star ên Libnanê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin

PYD û Kongreya Star ên Libnanê jî, bi 2 daxuyaniyan, destwerdana dewleta Tirk ji bo Efrînê û sûcên ku li dijî şêniyên wê pêk tîne, şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku dagirkeriyê bi dawî bikin.

Herdu aliyan hikumeta Şamê û Rûsya berpirsên dagirkirina Efrînê dîtin.

Aliyan bang li (NY) û Meclisa Ewlehiyê kir ku komîteyên pirspor bo belgekirina rastî û sûcan, ava bikin.

Her wiha banga bidawîkirina dagirkeriyê û vegerandina welatiyan, hat kirin.

MXDŞ: Dagirkirina Efrînê mîna dagirkirina civaka Êzidî û Êzîdxanê ye

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî bi heman boneyê daxuyaniyk da.

Di daxuyaniyê de, dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin û bang li sazî û dezgehên mafê mirovan hat kirin ku li ber vê dagirkeriyê bêdeng nemînin.

MXDŞ’ê, anî ziman ku ew dagirkirina Efrînê weke dagirkirina li ser çivaka Êzidî û Êzidxanê, dibînin.

Her wiha diyar kir ku hêzên navneteweyî çavên xwe ji kirinên dewleta Tirk girtine û ev tê wateya ku ew berpirsiyar in.

Back to top button