Desteya Oldar û Eşayîrî a Şengalê li dijî hewldanên tevlîhevkirina aramiya Şengalê û sîxurtiyê hişyarî da û destnîşan kir ew ê li dijî van hewldanan têbikoşin.
Desteya Oldar û Eşayîrî ya Şengalê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya xwe de hate diyar kirin ku wan bi berdêlên giran û derfetên kêm li Şengalê aramî serwer pêk anîne û wiha gotin:
“Îro hin alî bi fitne û sîxûrî ve dixwazin aramiya herêmê têk bibin.
Em bang li kesên pişt van koman dikin ku dest ji van kiriyarên xwe berdin.
Em weka Desteya Oldar û Eşayîrî ya Şengalê li dijî hemû kesên ku sîxurtiyê ji bo tevliheviya Iraqê, Şengalê û civaka Êzidî dikin e.
Bese êdî saziyên me reşbikin.”
Desteyê bal kişand ku ew ti biryarên dijî civaka Êzidî qebûl nakin û bang li hikûmeta Iraqê jî kir ku îradeya Şengalê nas bike.