Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîna Bûldan, li Bûrsayê di hevdîtina gel de axivî û got:
“Sedema hemû pirsgirkên li Tirkiyê, neçareserkirina pirsgirêka gelê Kurde.
Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin, ew ê belav bibin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de, tevlî hevdîtina gel bû.
Hevdîtina gel li Qada Bazarê ya Taxa Yavûz Selîm a girêdayî navçeya Yildirim a Bursayê hat lidarxistin.
Pervîn Bûldan coş hate pêşwazîkirin.
Bûldan ji gel re axivî û wiha got:
Ligel êrîşên heyî û pêvajoya pandemiyê, tevlîbûnek evqas xurt, encama têkoşîn û girêdanbûna bi HDP’ê re ye.
Bûldan, da zanîn ku pirsgirêkên li Tirkiyê tên jiyîn ji aliyê hemû kesî ve tê zanîn û ev tişt anî ziman:
“Lê ligel vê yekê jî ev pirsgirêk nayin çareser kirin.
Ji bo ku ev pirsgirêk bên çareserkirin, li Tirkiyê pêwîstî bi qanûnek bingehîn heye.
Civaka Tirkiyeyê êdî qanûnek bingehîn a nû dixwaze.
Êdî civak naxwaze bi qanûna bingehîn a berê, bê birêve birin.
Ev qanûn bi hevrebûna gelan asteng dike.”
Bûldan: Yê pirsgirêka Kurd çareser neke wê têk biçe
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bi bîr xist ku sedama hemû pirsgirêkên heyî, neçareserkirina pirsgirêka gelê kurde û wiha dawî li axaftina xwe anî:
“Pirsgirêka kurd yek ji pirsgirêkên herî girîng ên Tirkiye û heta ya tevahiya cîhanê ye.
Ji ber ku pirsgirêka kurd nayê çareser kirin, krîz û kaos tim xwe dubare dikin.
Pirsgirêka kurd, pirsgirêka herî mezin a vî welatiye.
Rêyên wê yên çareserkirinê diyarin û çareseriya wê heye.
Yên pirsgirêka kurd çareser nekin, ewê bi xwe belav bibin.
Ji ber ku AKP’ê ev pirsgirêk çareser nekir, niha demên xwe yên dawî dijî û bi windabûnê re rû bi rû ye.”