Viyan Soran jina ku di têkoşîna azadiyê de bûye sembol

Şehîd Viyan Soran, hişmendî û vîna dewamkirina berxwedana fedayî ya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û rabûna li ber jiyana bi sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, di asta herî bilind de temsîl dike. Helwesta Viyan helwesta parçekirina Tecrîdê ye û bi çalakiya xwe ya fedayî peyameke tund da hêzên komploger ku kes nikare azadiya gelan binpêbike.

Dîroka PKKê bi çîrokên jinên leheng ên bê-hempa tijeye.

Ev dîrok tevî hemû polîtîkayên teslîmgirtinê jî, bi pêşengiya van kesên ku ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin pêk hat.

Leyla Walî Huseyîn..

Di sala 1981’an li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê tê dinê.

Di salên xwe yên dibistanê de rastiya PKK’ê nas dike û di bihara sala 1997’an de berê xwe dide nava refên PKK’ê.

Malbata wê, pêşî qebûl nake û li dijî derdikeve, lê Leyla bi sekna xwe ya bi vîn û bi biryar bersivê dide malbatê.

Û navê wê li vir dibe Viyan.

Ew xeta azadiya jinê nas dike û pêre dibe yek.

Di yek ji qonaxên herî giring ên tevgera azadiyê de, dinava komîteya jinûve avakirinê ya PKKê de cih girt.

Her wiha Viyan Soran yek ji endamên herî ciwan ên desteya Rêveber a Kongra Gel bû.

Ew bi ked, dilsozî û wêrekiya xwe weke fermandara gerilla li çiyayên Kurdistanê bû xof di dilê dijminê kurdan de.

Rêber APO di sala 1999’an de bi komployeke navnetewî dîl tê girtin.

Li hemberî fermana mirinê ya li dijî Kurdan hatibû dayîn, gelê Kurd jî bi şiyara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ dest bi berxwedaneke fedaî kir.

Bi xwedîderketina canfedaî li Rêber APO, di nava Kurdan de ruhekî neteweyî yê nû xurttir û kûrtir bû.

Çalakiyên li dijî komploya naneteweyî û mehkûmkirinê, li her qadê derketin asta herî bilind.

Leyla Walî Hesen, Ango Viyan jî agirê azadiyê ku Kawayê hemdem û Mazlum Dogan û Zekiye Alkan pêxistibûn, li bilindahiya çiyayên Kurdistanê ji nû ve geş kir.

Ji bo tarîtiya ewrên 15’ê sibatê li ser Kurdan rake, di şeva 1’ê sibata sala 2006’an de tevlî karwanên bi dilên agir dibe.

Di têkoşîna azadiyê de, di mijarên rastiya civakê, jin û dîrokê de lêhûrbûnên wê kûr bûn, bi moral û hişmendiya xwe ya ji bo têkoşînê dihat naskirin..

Viyan Soran ew pêla çalakiyan a “Hûn nikarin roja me tarî bikin”, gihand qadên azad.

PORTRE-Şehîd Viyan Soran

Back to top button