Hikumeta Yemenê banga rawestandina êrîşên Husiyan kir

Hikumeta Yemenê li dijî êrîşên Husiyan yên di demên dawiyê de zêde bûyî, bang li qada naventewî kir ku helwest nîşan bidin.

Piştî Husiyên Yemenê bi dronan êrîşî Erebîstana Siûdî kirin, Wezareta Karên Derve ya hikumeta Yemenê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Wezaretê êrîşa Hûsiyan ya bi mûşekan bi tundî şermezar kir û bang li qada navnetewî kir ku ji bo rawestandina êrîşên li ser bajarê Merib û Siûdiyê zextan bike.

Herêmên başûrê Siûdiyê ku dibin hedera Husiyan, di nava demên dawiyê de ji aliyê dron û mûşekan ve têne armancgirtin.

Koalîsyona Erebî jî ragihand ku bi xistina drona biçek ya li Siûdiyê re jimara dronên Husiyan ku hatine xistin derket 12’an.

Bi dijwarbûna êrîşên Husiyan yan re koalîsyonê jî tevî paytext Sana li herêmên di bin kontrola Husiyan de êrîşên xwe zêde kirine.

Husî jî îdia dikin ku wan gelek êrîşên serkeftî li dijî Siûdî pêk anîne.

Back to top button