Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker êrîşî başûrê Kurdistanê kirin û gelek herêm bomberan kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li hemberî gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker hatine kirin.
HPG’ê diyar kir, 26’ê Sibatê herêma Zapê, herêma Avaşînê, herêma Garê,
28’ê Sibatê herêma Avaşînê û herêma Garê,
2’ê Adarê herêma Avaşînê, 6’ê Adarê qada Şekîf a herêma Xakurkê û herêma Avaşînê bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
HPG’ê diyar kir ji ber van êrişan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.