Ji ber astengiyên hikûmeta Şamê şaxê zanîngehê yê Hesekê hat girtin

Hikumeta Şamê xebatên perwerdeyê ên li Hesekê asteng dike. Ji ber astengiyan şaxê Zanîngeha Firatê ya li Hesekê hat girtin. Her wiha rêveberiya zanîngehê red dike ku avahî û belgeyan ji Rêveberiya Xweser bigire. Tevî wê jî, Rêveberiya Xweser eşkere kir ji bo dewam kirina perwerdeyê ew amade ne hemû pêdiviyên pêwîst bi cih bînin.

Di 20’ê Çileya borî de, çeteyên DAIŞ’ê êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê kir.

Êrişa çeteyan ji aliyê hêzên QSD’ê de hat têkbirin û girtîgeh careke din hate kontrolkirin.

Hikumeta Şamê piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgehê dewama li fakulteyên Zanîngeha Firatê ya li Hesekê taloq kir.

Hikumeta Şamê îdia kir ku QSD û Rêveberiya Xweser xebata perwerdeyê li fakulteyan asteng dike û wan wek deverên leşkerî û ewlehî bi kar tîne.

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê: Ji bo dewamkirina perwerdê em amadene hemû pêdiviyan bi cih bînin

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê di 15’ê vê Sibatê de bi daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî ragihand da ku arşîv, pêdivî û alavên têkildarî fakulteyan radest bibe û avahiya Fakulteya Çandiniyê û dibistaneke din radestî rêveberiya zanîngehê bike ku xwendekar xwendina xwe temam bikin û ezmûnên xwe pêşkêş bikin.

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê: Rêveberiya zanîngeha Hesekê wergirtina avahî û belgeyan red dike

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku rêveberiya zanîngehê ezmûn taloq kir, arşîv, alav û kilîtên fakulteyê radest nebirin.

Rêveberiya Xweser da zanîn ku ev yek gaveke hikumeta Şamê ye ku ji berpirsyariyên xwe direve, da ku fakulteyan bi armancên derew û reşkirina rastiyan veguhêze herêmên din.

Hisên Selmo:Îdîayên hikumeta Şamê ya QSD fakulteyan wek noqtê leşkerî bi kar tîne derewin

Li gorî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo ku bersiva îdiayên hikûmeta Şamê da.

Selmo ev bihane û îdia derewandin û got, hebûna hêzên ewlehiyê li derdora wan avahiyan tenê rola xwe ya nobetdarî û parastina ewlehiya fakulteyan dikin.

Telet Yûnis: Hikumeta Şamê heta niha bersiva tu însiyatîfên Rêveberiya Xweser nedaye

Têkildarî heman mijarê hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telet Yûnis jî axivî û got:

“Hikumeta Şamê bi rêya saziyên xwe heta niha bersiva tu însiyatîfên Rêveberiya Xweser nedaye.”

Li ser îdia û hincetên hikumeta Şamê Telet Yûnis got:

“Ew hewldanên siyasî ne ku xebata Rêveberiya xweser reş bikin. tevliheviyekê derxin û ji erka xwe a li hember xwendekaran birevin.”

 

Back to top button