Hikûmeta Venezuelayê ragihand ku di çarçoveya darbeya binketî de 13 kes hatine girtin

Hikûmeta Venezuelayê ragihand ku di çarçoveya darbeya binketî de ku du rojan pêk hat, 13 kes hatine girtin, ku 2 ji wan Amerîkî ne.

Serokkomarê Venezuelayê Nîkolas Madoro di bernameya televîzyona welatê xwe de diyar kir ku 13 kes bi sûcdariya hewildana darbeyê hatine girtin.

Madoro bi nîşandana du pasaportan û eşkere kirina navê wan, ragihand ku 2 kes ji wan welatiyên Amerîka ne û ji bo kompanya asayîşê ya li Filorîdayê ya Amerîkayê kar dikin.

Marodo, Amerîka bi piştevaniya darbeyê sûcdar kir.

Hikûmeta Venezuelayê duh ragihandinbû ku 8 çekdarên ku dixwestin li kenarên Komombiya bi keştiyê bi dizî derbasî Venezuelayê bibin kuştine.

Hêjayî gotinê ye ku piştî ku lîderê muxalefetê Juan Guaido yê ku ji erka serokatiya parlemantyê hate xistin û bi desteka Amerîka û gelek dewletan weke serokê demekî yê welat tê naskirin, li Venezuelayê rewşek aloz heye.

Back to top button