Esper: Em bi gefa Rûsiya û Çînê re rûbirû ne

Di nava bêdengiya cihanê ya ji ber Vîrûsa Corona de, tevgerek zêde ya leşkerî jî heye. Wezarê Parastinê ya Amarîka ragihand ku tevî metirsiya vîrûsê ew bi gefên Rûsiya û Çînê re rûbirû mane.

Wezarê Parastinê ya Amarîka Mark Esper li paytext Washingtonê di enstîtuya Brookings de axivî.

Mark Esper got,

Em di ferqa metirsiyên li ber sînorê xwe de ne.

Çîn, xebatên xwe yên zêdekirina hêza xwe li behra Çînê û Rusya jî li sînorê bakurê me Alaska keşfê dike.

Esper diyar kir ku li hinek herêman tê dîtin ku Rûsiya û Çîn gavan bi paşde di avêje.

Wezarê Parastinê ya Amarîka Mark Esper ev dem bi nezelaliyê binav kir û ev tişt anî ziman:

Ev welat û artêşên wan wê çi bikin nayê zanîn.

Di çeperên pêş de divê destê me li ser tetîkê be.

Esper anî ziman ku ew di rewşa amadebaşiyê de ne û koordînasyona bi hevalbendên wan re jî dewam dike.

Back to top button