Amarîkî ji ber rewşa heyî di nava çalakiyan de ne

Her çiqasî cihan dixwaze zu ji vîrûsa Corona xelas bibe jî lê tişta xuya dike heta demek dirêj wê ev vîrûs bimêne. Ji xwe herî dawî Rêxistina Tenduristiya Cihanê jî ev yek piştrast kir û got,

Vîrûs wê heta demeke dirêj bimere bimene. Ev demê dirêj jî bi dîtina derziya li dijî vîrûsê destnîşan kir. Her wiha aciziya li dijî vîrûsê ku derketî, careke din Amarîkî daxistine kolanan.

Vîrûsa Corona ku heta niha derzîya li dijî wê ne hatî dîtin bi lez li cihanê belav dibe.

Êdî dema vîrûs tê gotin, yek jî parzemîna herî zêde navê wê derdikeve Amarîka ye.

Ji ber bêçaretiya rêveberiya welêt, heta niha vîrûs bi awayekî bilez belav dibe.

Tedbîrên li welêt têne girtin jî ji aliyê welatiyan ve têne binpêkirin.

Îro careke din welatî li wilayeta Massachusetts State House ya Parzemîna Bakur ya Amarîka kombûn û daxwaza rakirina biryara derneketina derve kirin.

Di xwepêşandanê de, bê ku tedbîrên li dijî vîrûsê werin girtin, çalakî pêk hat.

Welatê herî zêde ji vîrûsê bandûr bûyî “Belçîka”

Her çiqasî daneyên herî zêde yên qurbaniya vîrûsê Amarîka tê dîtin jî lê li gorî jimara niştecihan ev dane pir tên guhetin.

Li gorî ku di grafîkê de jî tê xuyakirin li gorî jimara niştecihan welatê ku herî ziyan ji vîrûsê dîtî Belçîka ye.

Ji her 100 hezar Belçîkiyan 61 kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha li gorî, vê tabloyê welatên ku herî zêde ji vîrûsê ziyan dîtin Ewropa ye.

Ji her 100 hezar Spaniyan 48, Îtalya 43, Fransa 33 û Bêrîtanya jî 29 kes ji ber vîrûsê mirine.

Amerîka ya ku jimara welatiyên xwe 328 milyone jî di vê lîsteyê de cihê xwe di rêza 10’an de digre.

Li Îtalya bêdengî serwere

Li Îtalya jî tevî sistkirina tedbîrên nederketina derve jî lê welatî ji malên xwe dernakevin.

Bisiklêtvanê Îtalî yê binavûdeng Umberto Marengo jî bi bisikleta xwe alîkariyê digihîne kesên hewcedar.

Li Rûsiya cihên xistina cenazeyan tên zêdekirin

Metirsiya vîrûsê niha qeşaya li Rûsaya jî dide helandin.

Vîrûsa ku di nava çend hevtenê dawiyê de bilez li welêt belav dibe, di nava Rûsiyan de panîk daye çêkirin.

Li bajarê St Petresburg ku di demên dawiyê de vîrûs bilez belav dibe, ji bo miriyan dolabên qeşayê tên zêdekirin.

Li Nîjerya rewş asan dibe

Afrîkaya ku bi hejariyê re dinava têkoşînê de ye, bi vîrûsê re ev yek hîn zêde tirk bûbû.

Herî dawî rêveberiya hikumeta Nîjerya biryar da ku biryarên derneketina derve sivik bikin.

Li paytext Abuja careke din jiyan asan dibe.

WHO: Divê em fêrbibin ku bi tedbîrên li dijî vîrûsê re bijîn

Rêxistina Tenduristiya Cihanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku heta derziya li dijî vîrûsê neyê dîtin divê mirov fêrbibin ku bi tedbîrên li dijî vîrûsê re jiyan bikin.

Sekreterê giştî yê rêxistinê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus diyar kir ku parastina ji vîrûsê kareke hevpara, heta kesek di metirsiyê de be ev vîrûs wê bidawî nebe.

Li Seranserê Cihanê heta niha nêzî 3 milyon û 700 hezar kes bi vîrûsê ketine û zêdeyî 250 hezar kes jî mirine.

Back to top button