Wezîrên Karê Derve yên YE li Kîevê ne

Wezîrên Karê Derve yên YE cara yekem li paytexta Ukrayna Kîevê civiyan.
Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Borrell got:
Paşeroja Ukrayna li nava YE’yê ye.

Wezîrên Karê Derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) cara yekem li paytexta Ukrayna Kîevê civiyan.

Borrell: Paşeroja Ukrayna li nava Yekîtiya Ewropayê ye

Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya dijîtal de wiha got:

“Pêşeroja Ukraynayê di nava Yekîtiya Ewropayê de ye.”

Borrell: Metirsiya hebûnê li ser Ewropayê

Borrell ku bi Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmîtro Kuleba re li bergeha civîna nefermî de civîneke çapemeniyê li dar xistî, diyar kir ku wê wezîr rewşa dawî ya şer û desteka ku ji Ukraynayê re hatiye dayîn binirxînin.

Borrell destnîşan kir ku wezîrên hemû welatên endam li Kîevê li hev civiyan û biryardariya xwe ya ji bo piştgiriya Ukraynayê nîşan dan.

Borrell li ser pirsa derbarê nebûna pakêteke nû ya alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê di projeyasaya bûdceya demkî ya Amerîkayê de got,

“Ev şer encamên kûr li ser tevahiya cîhanê heye.

Dibe ku ji her kesê li cîhanê re wisa xuya neke, lê ji bo me Ewropiyan ev şer tehdîdeke hebûnê ye.”

Borrell diyar kir ku dîtiye ku rayedarên DYAyê yên ku pê re hevdîtin kirine jî dixwazin piştgiriya xwe bidomînin û ev tişt anî ziman:

Ew bawer in ku ev biryar dê ji nû ve bê nirxandin.

Berpirsê bilind beriya niha ragihandibû ku civîna wezîran ya bê wê 19’ê Îlonê li Kîevê pêk were, lê ji ber sedemên sedemên ewlehiyê agahî parve nekiribû.

Back to top button