Li Minbicê hêzên Asayişê 3 bazirganên narkotîkê girtin

Hêzên Asayişê li Minbicê 3 kesên ku bazirganiya narkotîkê dikin girtin.
Di ser girtinê de asayişê ragihand ku 43 hezar hebên narkotîkê hatin desteserkirin.

Têkildarî operasyonê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê daxuyaniyek weşand.

Hêzên Asayîşê got: Piştî lekolîn û şopandinê li Minbicê 3 kesên ku bazirganiya narkotîkê dikin hatin girtin.

Di operasyonê de kesên bazirgan li dijî hêzên me ketin nava êrişeke çekdar.

Lê di encama bersivdayîna hêzên me de her sê bazirgan jî hatin girtin.

Bi domdarî Asayişê ragihand ku li gel wan 43 hezar û 300 hebên narkotîkê hatin desteserkirin.

Asayîşê di dawiyê de eşkere kir ku ew kesên sûcdar radestî Dozgeriya Giştî kirin û got:

Ji bo mayindekirina aramiya civakê wê operasyonên me dewam bike.

Her wiha em bang li gel dikin ku kesên guman li dora wan hebê hêzên me agahdar bikin.

Back to top button