Azerbeycan herî dawî daxwaza xwe ya kontrolkirina herêma Qerebaxa Çiyayî pêk anî.
Lê diyare çavê wê li hîn bêtir e.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan got:
Gavên Azerbeycan di avêje, fikarên ku wê êrişeke din li dijî herêmê pêk bîne nîşan dide.
Nîkol Paşînyan diyar kir ku rêveberên Azerbeycanê, Ermenîstanê weke Azerbeycana Rojava bikav dikin û got:
“Ji ber ku rayedarên li Azerbaycanê dest bi binavkirina Komara Ermenîstanê wek Azerbaycana Rojava kirine, gelekî bi guman xuya dike.”
Li gorî nûçeya ajansa TASS a Rûsyayê, Paşînyan aniye ziman ku ev gotin, li dibistan û zanîngehan tê hînkirin û ev weke astengiya li pêşiya rojeva aştiyê destnîşan kir.
Ermenistan û Azerbeycanê ev 30 sal in li ser herêma Qerebaxê di nav nakokiyan de ne.
Di navbera her du welatan de têkiliyên dîplomatîk tune ne û sînorên wan ên hevpar bi giranî hatine zeftkirin.