Hunermendê Alman Konstantîn Wecker banga azadiya Rêber Apo kir

Bertekên li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan zêde dibin.
Hunermend û nivîskarê Alman Konstantîn Wecker û Hevserokê Meclisa Efrîn û Şehbayê tecrîda li dijî rêber APO nirxandin û diyar kirin ku bi azadiya rêber APO çareseriya adil û aştiyane pêkan e.

Roj bi roj tecrîda li dijî rêber Apo girantir dibe û agahî derbarê wî de nayên girtin.

Li dijî vê yekê jî gelê Kurd û dostên xwe di nava çalakiyan de û banga azadiya fîzîkî ya rêbertî dikin.

Derbarê mijarê de hunermend û nivîskarê Alman Konstantîn Alexander Wecker bi peyameke siyaseta derve ya Ewropayê bi taybetî Almanya rexne kir.

Akexander Wecker di peyma xwe de got:

Wecker: Çareseriya adil û aştiyane bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e

“Rrêya çareseriyeke adil û aştiyane ya gelê Kurdistanê bi azadiya Abdullah Ocalan û rakirina qedexeya li ser PKK’ê ji aliyê Almanyayê ve dibe.

Em ê ti carî dest ji xeyalkirina Cîhaneke bêserdestî, bêşer, bêfaşîzm û baviksalarî bernedin.”

Wecker: Pêdiyviya gelê Rojava bi hevgirtina me heye

Wecker balkişand ser êrişên dijî Rojava, Bakurê Sûrî, Başûrê Kurdistanê û Bakurê Îraqê û wiha domand:

“Şerê dagirkeriya dewleta Tirkiyê yên li dijî gelên van herêman li dijî hiqûqa navnetewî û mirovahî ye.

Divê demildest ev êriş bên rawestandin.”

hunermend û nivîskarê Alman Konstantîn Alexander Wecker dawiyê bal kişande li ser giringiya hevgirtina navneteweyî û got:

Divê li her devera Cîhanê ji bo Rojava û li dijî şer dakevin qadan.

Hevserokê Meclisa Efrîn û Şehbayê Bekir Elo giringiya pêngavê vegot

Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo jî pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO nirxand.

Bekir Elo axivî û diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya rêber Apo wê kaosên Cîhanî çareser bibin.

“Aloziyên aborî, siyasî, civakî û hwd hiştiye ku Cîhan di kaoseke xeter û kûr de derbas bibe.

Sedemên van kirîzan jî diyar in; hegemoniya, modernîteya kapîtalîzm û dewlet netew e.

“Tenê felsefeya Rêber Apo dikare van krîzan çareser bike”

Cîhan niha di ferqa wê de ye ku gerdûna me li ber xeteriyê ye, ji ber wê li çar aliyên Cîhanê banga azadiya rêber Apo dikin.

Ji ber naskirinaç ku fikir û felsefeya Rêber Apo dikare van krîzan çareser bike.

Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo di dawiyê de destnîşan kir wê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo hewldanên xwe bidomînin.

Back to top button