Birayê Rêber Apo, Mihemed Ocalan bi van gotinan nerazîbûn li dijî tecrîdê nîşan da û xwest bertekên demokratîk ên li dijî tecrîdê bên xurtkirin.
Ji 25’ê Adara 2021’ê heya niha tu xeber ji Rêber Apo nayê girtin.
Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê bê bersiv tên hiştin.
Mihemed Ocalan, birayê Rêber Apo tekildari mijare axivî û bertek nîşanî redkirina serlêdanên ji bo hevdîtinan û tecrîdê da.
Mihemed Ocalan diyar kir ku astengkirina hevdîtina bi Rêber Apo û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê ji tecrîdê wêdetir e û got: “Li tu devera cîhanê tiştekî wiha tune ye. ”
Mihemed Ocalan: Divê herkes li dijî tecrîdê dakeve qadan
Mihemed Ocalan diyar kir ku astengkirina hevdîtinan û tecrîda li dijî Rêber Apo, nayê qebulkirin û wiha got:
“Ji sala 2015’an heya niha qedexe û çewisandinên gelek mezin hene.
Em nizanin bê derheqê serokatî û hevalên wî de çi hene.
Hikûmet û dewlet rêzê li qanûnên xwe nagirin.”
Di dewamê de Mihemed Ocalan, bal kişand ser qedexekirina hevdîtinê ya heya 6 mehan û got:
“Cezayên dîsîplînê, qoster filan bêvan ev cezayên çêkirî ne.
Li orta behrê, di nava çar dîwaran de çi sûc kirine ku 6 meh ceza li wan hatiye birîn?
Ev dûrî aqilan e.”
Mihemed Ocalan, ji bo serlêdana parêzeran a hevdîtina bi Ocalan re jî spasiya xwe pêşkeş kir û bang kir ku divê destûr bê dayîn da hevdîtin bê kirin.
Di dawiyê de, birayê Rêber Apo Mihemed Ocalan destnîşan kir ku rêya çareserkirina pirsgirêkan ji Îmralî re derbas dibe.