Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Fermandariya giştî ya QSD‘ê û TEV-DEM’ê bi peyamên cuda sersaxî ji malbata Şêx Himêdî û eşîra Şemer re xwestin.
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM′ê jî, ji bo wefata şêx Himêdî El- Deham peyameke sersaxî da.
TEV-DEM’ê ji malbata şêx Himêdî Deham El-Hadî û eşîrên Şemer re sersaxî xwest û got:
Şêx Himêdî xwedî kesayeteke welatparêz bû û ji bo gelê herêmê windahiyeke mezin e.
Rola wî di xurtkirina têkiliyên biratiyê li nava gelê herêmê girîng bû, ji bo ewlehiya şêniyan xebat kir û di helwestên xwe yên siyasî û civakî de sabît bû.