Şerê Îsraîl û Hemas: 44 Roj

44 rojin, şerekî dijwar di navbera Îsraîl û Hemasê de rûdide.
Bi oparasyona Îsraîl ya li ser Xezayê re, êdî bajar wêran dibe.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku Nexweşxaneya Şîfa bûye ‘cihê mirinê’.
Amerîka û Îsraîlê îdiayên Hemasê yên têkildarî berdana girtiyan lihevkirine, redkirin.

Îsraîl ti hal di nexweşxaneyên li Xezayê de nehiştiye.

Nexweşxaneya Şîfa ya li Şerîda Xezayê, yek ji cihên herî zêde para xwe ji êrişan girtî ye.

WHO: Nexweşxaneya Şîfa bûye “cihê mirinê”

Tîmek Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ku doh çû nexweşxaneyê diyar kir nexweşxane bûye “cihê mirinê”.

Nûnerên rêxistinê diyar kirin nexweşxane di bin agir de ye û deriyê avahiyê bûye goreke komî.

Li gor agahiyên rêxistinê parvekirî, hîna 25 xebatkarên tenduristiyê û 291 nexweş li nexweşxaneyê ne.

Her wiha hat diyarkirin ku ji nexweşan 32 jê pitik in û rewşa wan giran e.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve li Şerîda Xezayê di encama êrîşên Îsraîlê de 5 hezar jê zarok nêzî 12 hezar û 300 Filistînî hatine kuştin.

UNRWA: Dibistan tên bombekirin

Dîrektorê Rêxistina Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Philippe Lazzarini di daxuyaniya xwe ya Xê de ragihand ku Îsraîlê du dibistan bombebaran kirin.

Lazzarini destnîşan kir ku bêtirî 4 hezar sivîl xwe spartine yek ji van dibistanan.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di êrişa li ser dibistanê de 200 kes mirin an jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê derbarê mijarê de daxuyanî neda.

Amerîka û Îsraîl: Li ser berdana girtiyan ti lihevkirinek pêk nehatiye

Washington Post jî li ser peywendiyên têkildarî girtiyên destê Hemsaê de nûçeyek parve kir.

Li gorî peymanê ku tê diyarkirin wê 5 rojan êriş bên rawestandin de, her roj wê 50 girtî bêne berdan.

Hamasê di êrîşa xwe ya 7’ê Cotmehê ya li dijî Îsraîlê de nêzî 240 kes dîl girtin.

Hat diyarkirin ku ev agirbest wê gihandina alîkariyên mirovî ji bo herêmê jî misoger bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û rayedarên DYA’yê li ser van îdiayan diyar kirin ku heta niha lihevkirinek çênebûye.

Ji serokê Filistînê Ebbas banga agirbestê

Serokê Rêveberiya Xweser a Filistînê Mahmûd Ebbas jî ji bo agirbestê bang li Serokê DYA Joe Biden kir.

Ebbas di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal de ev bang li Biden kir:

“Ji bo rawestandina vê êrîşê midaxele bike.

DYA li hemberî vê qirkirina li ser gelê me çi hêvî dike?

Rêveberiya Biden hê jî piştgiriyê nade agirbestê.”

Xeza: Di êrişa Îsraîlê ya li ser dibistanekê de 200 kes hatin kuşitin

Back to top button