Mihemed ocalan: ji bo meşa ber bi girava Îmraliyê ve ji destê kê çi tê divê bike

Mihemed Ocalan, birayê Rêber Apo ku ji Amedê tev li Meşa Azadiyê bû, tekildarî meşê axivî û got:“Ji bo meşa ber bi Girava Îmraliyê ve ji destê kê çi tê divê bike.”
Hevseroka Giştî ya HEDEP Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir ku divê rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe.

Mihemed Ocalan, birayê Rêber Apo li Amedê tevî Meşa Azadiyê bû û têkîldarî meşa li Gemlîkê axivî.

Wî diyar kir ku nêzî 33 mehe agahî ji Îmraliyê nayê girtin û got:

“Li Tirkiyeyê hiqûq tune ye. Mafên mirovan tune ye.

Niha jî dewleta Tirkiyê hewil dide meşa me asteng bike.

Li vir zilmeke mezin heye. Divê ev zilm neyê qebûlkirin.”

Mihemed kirinên dewletê rexne kir û destnîşan kir ku divê mirov xwe bi awayekî azad bînin ziman.

Her wiha Ocalan, ji bo beşdariya meşê jî bang li her kesî kir û got:

“Ji bo meşa ber bi Girava Îmraliyê ve ji destê kê çi tê divê bike.

Banga me ji bo her kesî ev e.”

Mehmet Ocalan, diyar kir ku ev meş gelekî girînge û diyar kir ku eger deriyê Îmraliyê bê şikandin, dê meseleya kurdan û Tirkiyê bi awayekî aştiyane çareser bibe.

Hatîmogûllari: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin

Hevseroka Giştî ya HEDEP Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir ku ew ji bo rakirina tecrîdê ber bi Gemlîkê ve dimeşin.

Hatîmogûllari li Bursayê ev bang li rayedarên dewletê kir:

“Werin em vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane çareser bikin. Divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin.”

Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, ne pêkane ku gelên Tirkiyê di nava rewşeke demokratîk de bijîn.

Back to top button