Çeteyên dewleta Tirkiyê li Efrînê welatiyek din revandin

Di nava bêdengiya Cîhanê de sûcên dewleta Tirkiyê li Efrîna dagirkirî dewam e.
Çeteyan welatiyek revandin û du jî li hember girtina fidyeyê berdan.

Li gorî malpera Efrîn NEWS 24 ragihand çeteyên navê Polîsên Leşkerî li xwe dikin Îmad Hesen revandin.

Hesen ji ber ku doza mala xwe ya li ser rêya navçeya Racoyê dikeve kir hate revandin.

Hate diyarkirin ku mala Hesen ji aliyê çeteyek ji çeteyên Sultan Mûrad ve hatibû desteserkirin.

Çeteyên Tikriyê piştî êşkence û girtina fidyeyê du kes berdan

Tora Çalakvanên Efrîn jî da zanîn ku çeteyên El Emşat û El Hemzat Hecî Hesen Hemkro û kurê wî Hesen Hecî Hemkro revandin.

Torê destnîşan kir ku çeteyan bi hêceta ku Hesen ê 17 salî fotoyê kurê apê xwe yê şehîd li ser Watsappê parve kiriye hatine revandin.

Li gorî Torê piştî ku çeteyan her du kes êşkence kirin û ji malbata wan fidye girtin wan berdan.

Efrîn-Çeteyên Feyleq El Şam zarokê bi navê rohat hisên revandin

Back to top button