KCK’ê ji bo kuştina Mihemed Mîrza daxuyanî da

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi daxuyaniyekê piştrast kir ku peywendiya tevgera wan bi kuştina Mihemed Mîrza re tune ye û got: ”Bi tewanbarkirina tevgera me dixwazin destwerdana MÎT’ê di komkujiya Mela Ehmed Celaledîn de veşêrin.

23’ê Tîrmehê li Zaxo erebeya berpirsê berê yê Parastina PDK’ê Mihemed Mîrza Sindî teqiya.

PDK’ê kuştina Mihemed Mîrza Sindî xist stûyê PKK’ê de. HPG’ê jî bi daxuyaniyekê ev îdia derewand.

Derbarê mijarê de Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê daxuyaniyek da.

KCK: PDK’ê dixwaze gelê Kurd bixapîne

KCK’ê diyar kir ku PDK’ê dixwaze bi van derewan gelê Kurd bixapîne û ev tişt anî ziman:

”PDK’ê gelek caran daxuyaniyên nerast belav dike û Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê tewanbar dike.

Di vê demê de nûnerên gelê Kurdistanê ji bo yekitiya netewî pêk bê konferansek li Lozanê lidarxistin.

PDK ne tenê tevlî van giftûgoyan nabe, ew ji bo bicihanîna planên Lozanê alîkariya dijmin jî dike.

Bi hewildan, kiryar û daxuyaniyên xwe yên nerast dixwaze gelê Kurdistanê bixapîne û parçebûnê çêke.”

KCK: Armanc veşartina komkujiya binemala Mele Ehmed Celaledîn e

KCK’ê da zanîn ku armanc ji vê kiryarê veşartina komkujiya binemala Mela Ehmed Celaledîn e û got:

”Bê guman yekane hêza ku ji vê kiryarê feyde dibîne PDK, dewleta dagirker û faşîst ya Tirkiyeyê ye.

PDK saziyên fermî yên Başûr, bi taybet jî Encûmena Asayîşa Başûr ji bo veşartina kiryarên MÎT’ê bi kar tîne.

Bi tewanbarkirina tevgera me dixwazin destwerdana MÎT’ê di komkujiya binemala Mela Ehmed de veşêrin.

Ji ber ku tewanbarê vê komkujiyê mikur hat ku wan fermana kuştinê ji navenda MÎT’ê ya li Dihokê standine.”

KCK: Tu peywendiya me bi kuştina Mihemed Mîrza re tune ye

KCK’ê piştrast kir ku tu peywendiya wan bi kuştin Mihemed Mîrza re tune ye û wiha daxuyaniya xwe domand:

”Hemû îdiayên ku tên kirin bê bingehin, ti peywendiya tevgera me bi kuştina Mihemed Mîrza re tune ye.

Li gorî me ev bûyer, beşek ji hewldanên tesfiyekirina hesabên navxweyî yên di nava saziya Parastinê de ne.

Ev jî bi armanca ku sûcên li dijî gelê Kurd û li dijî azadîxwazan hatine kirin, eşkere nebe.

Ji Şengalê bigre heya Metîn û Zaxoyê saziya Parastinê ya PDK’ê alîkariya saziya terorê MÎT’ê dike.

Divê çarçoveyê de jî gelek mirovên şoreşger û nîştimanperwer yên vî welatî bûne qurbanî.”

KCK’ê banga hişyariyê li gelê Kurd kir

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurdistanê kir ku li hemberî vê tevlîhevkirina PDK’ê hişyar bin.

Back to top button