Dewleta Tirk a dagirker navçeya Eyn Îsa topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî bakur û Rojhilatê Sûriyê dike
Artêşa dagirker navçeya Eyn Îsa topbaran kir; welatiyek birîndar bû.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan êrişî gundekî Minbicê jî kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan êrişî Navçeya Eyn Îsa kirin.

Gundê Mişêrfa, depoya genim ya girêdayî navenda bajêr û taxên rojavayê bajêr bi dijwarî topbaran kirin.

Di êrişê de welatiyek birîndar bû

Di encama topbaranê de welatiyekî bi navê Beşar Ehmed El Feneş yê 26 salî brîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker gundekî Minbicê tobparan kir

Li aliyê din, Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişa duh ya dewleta Tirk û çeteyê wê daxuaniyek da.

Meclisê ragihandin ku şevê din artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Yaşilî, gundê Dendeniyê yê li bakurê Minbicê bi hawanan topbaran kirin.

Meclisê diyar kir ku ji ber topbaranê zirar li milkên welatiyan bûne.

Back to top button