Artêşa Tirk a dagirker baregehên nû li Başûrê Kurdistanê çêdike

Dewleta Tirk a dagirker di bin siya PDK’ê û hikumeta Iraqê de rojane Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.
Li aliyê din jî bi hevkariya PDK’ê xwe li herêmê bi cih dike û dagirkeriya xwe berfireh dike.
Di vê çarçoveyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk hinek baregehên nû çêdike.

Dewleta Tirk a di nava hewldanan de ye ku dagirkeriya xwe ya li başûrê Kurdistanê berfireh bike.

Li gorî hinek çavkaniyên ji Başûr, di nava du rojên borî de artêşa Tirk a dagirker li herêmên Gelî, Amêdiyê û çiyayên Hekarî û Çarçela hinek baregehên nû çêkiriye

Hate ragihand ku armanca van baregehên nû çavdêrîkirina gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê ne

Her wiha li herêmê hêzên PDK’ê jî mil milê leşkerên Tirk tevdigerin.

Gelek caran bi dîmên jî hate piştrastkirin ku PDK di bin ala herêmê de baregehan ji artêşa Tirk re çêdike.

Back to top button