Jina berxwdêr Gulê Mişko Nemir di nava civaka Êzidiyan de wek Dayê Gulê tê naskirin ku di dema fermanê de heta dawiyê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe dabû û hatibû qetilkirin, hat bibîranîn.
Gulê Mişko Nemir li ber peykerê xwe hat bibîranîn.
Di bîranînê de Şêx Seîd axivî. Seîd anî ziman ku ferman hîna ji berdewam dikin û got:
“Em hêvî dikin ku gelê me divê ferqê de be. Divê li dijî êrîş û fermanan em yekitiya xwe xurt bikin.”
Keça Gulê Mişko Nemir, Dilêman Reşo jî axivî û got:
“Îro dîsan ji bo me roja reş e. Her ku ev roj nêz dibe, êş û birînên me kûr dibin.
Ferman hîna jî bi dawî nebûye. Heta xwişk û dayikên me di destê wan hovan de be, ferman bi dawî nabe.”
Piştre endama TAJÊ Kinê Xidir jî axivî. Kinê anî ziman ku ew êdî ji tu tiştê natirsin û got:
“Em ê bibin şopdarên Dayê Gulê û hezaran şehîdên xwe. Divê civaka me bibe yek û kêfa dijmin neyne.”