KNK: Divê NY xweseriya Êzidxanê qebûl bike

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi boneya salvegera 9’emîn ya Fermana 3’yê Tebaxê daxwiyaniyek da û got:
“Divê Neteweyên Yekbûyî Xweseriya Êzidxanê qebûl bike.”

KNK’ê di destpêkê de 9. salvegera komkujiya li dijî civaka Êzidî şermezar kir û got:

“Civaka me ya Êzidî di bin zilm û zordariya sed salan de.

Heya niha çand û nasnameya bingehîn a Kurdîniya resen parastin e.

Dewleta Tirk bi erişên li ser Şengalê bi zelalî peyama qelandina koka kurdan dide me hemûyan.

Ji ber vê jî şerê li dijî Êzidiyan şerê li dijî tevahî kurdan e. ”

KNK’ê bi bîr xist ku nêzî 12 dewletan sûcê li dijî Êzidiyan weke jenosîd/qirkirin nas kirine û ev nirxandi kir:

“Qebûlkirineke wiha hem pêngaveke girîng e, hem jî nîşan û belgeyeke girîng a siyasî ye.

Lê belê naskirina siyasî ya jenosîdê bêyî encamên yasayî têrê nake. ”

KNK’ê herî dawî eşekre kir ku divê Neteweyên Yekbûyî Xweseriya Êzidxanê qebûl bike.

Ji bo ku edî komkûjî li ser Êzidiyan pêk neyê, pêwistî bi çareseriya demdirêj heye.

Back to top button