Cizîr-Rêjeya serkeftinê ya ezmûnên refa 9 û Amadeyî ji sedî 96.9 e

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê duh encamên ezmûnên refa 9 û Amadeyî ragihand.
Desteyê diyar kir ku rêjeya serkeftinê sedî 96.9 e.

Li gorî desteyê, hejmara xwendekarên refa 9’an û amadehiyê yên herêma Cizîrê 6 hezar û 126 e.

Beşa Zanistî de 953, beşa Wêjeyî 963 û di refa 9’an de jî 4 hezar 210 xwendekar bi ser ketine.

Di ezmûna xwendekarên serbest de jî 505 kes bûn,

Beşên zinistî yên serbest 149 xwendekar, di ya Wêjeyî de 291, her wiha di refa 9’an de jî 65 bi ser ketin.

Desteyê eşkere kir ku:

“Rêjeya serkeftina bekeloriya serbest û fermî 82.7

Bekeloriya(wêjeyî, zanistî) 95.95 e.

Her wiha Rêjeya serkeftina bi giştî (bekeloriya+ nehan) 96.9

Li gor beşan jî rêjeya serkeftinê ya refa 9’an ji sedî 96.22, ya beşa Zanisî ji sedî 98.64 û beşa Wêjeyî 93.25 bû.

Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Ezmûnên xwendekarên serbest qediyan

Back to top button