Bafil Talebanî: Divê Tirkiye bi gotûbêjan pirsgirêkan çareser bike

Serokê Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê Bafil Talebanê li ser êrişên dewleta Tirk û Îranê yên li ser xaka başûrê kurdistanê got “Em ti carî ji bo êrişî ser Kurdan rê xweş nakin.”

Serokê Yekîtiya Nîştiman a Kurdistan YNK’ê, Bafil Talebanî di hevpeyvînek xwe ya bi Iraq Oîl re, behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka başûrê kurdistanê kir.s

Bafil Talebanî destnîşankir ku zêdetirî 900 êrişên balafirên Tirkiye bi ên Îranê re çêbûne û got;

“Em diwazin ji bo vê mijarê çareseriyek were dîtin. bi taybetî kuştina welatiyan şermezar dikin. em dixwazin bi guftugoyan pirsgirêk werin çareserkirin.”

Serokê YNK’ê di berdewama axaftina xwe de behsa êrişên Îran jî kir û got; “Em ti carî ji bo êrişî ser Kurdan were kirin rê xweş nakin û nabin alîkar.

Bafil Talebanî derbarê daxwazên Îranê yên ji bo hizbên Rojhilatê Kurdistanê de jî got; “Ev mijar peywendiya xwe bi hikumetê ve heye û divê hikumet biryar bide.

Back to top button