Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî roj bi roj zêde dibe. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî eşkerekir, artêşa Tirk a dagirker li Efrînê ji destpêka salê ve 2 jin û 2 zarok kuştine û 12 jin jî revandine.
Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li hember sivîlên ku li Efrînê mane bênavber dewam dike.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê daneyên kuştin û revandina jinan li Efrîna dagirkirî ên ji destpêka salê ve eşkere kir.
Rêxistinê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 jin û 2 zarok li Efrînê kuştine û 12 jin jî revandine.
Navên kesên hatine kuştine wiha ye:
Ezîza Îbrahîm a 41 salî, Semîra Elwan a 3 salî, Fatme Elwan a 9 salî. Navê jineke ku hatiye kuştin jî nehate zanîn.
Navê jinên hatine revandin jî ku di nav de zarokek heye wiha ye;
Rohat Îbo, Nisrîn Mihemed Weqas ji gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta.
Zaroka bi navê Kewkeb Elî û Xeyriya Mihemed Mûsa ji gundê Cindirêsê.
Xedîce Oso ji gundê Qitmê yê navçeya Şera.
Asya Ehmed Heyder û Firyal Hesen Hesen ji navenda Efrînê.
Mûne El-Mekrûm ji gundê Dêrsiwan ê navçeya Şera.
Asya Hisên Mûsa ji gundê Qude yê navçeya Raco û Hêvîn Mihemed Elî.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê da zanîn ku ji roja dagirkirina Efrînê ve 84 jin hatine kuştin û di encama destdirêjiya li ser jinan de zêdetirî 6 jinan xwe kuştiye.
Her wiha hat diyarkirin, zêdetirî hezar jin hatine revandin û zêdeyî 70 buyerên destdirêjiyê pêk hatine.