Corona..Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê rewşên nû hatin tomarkirin.

Li Başûrê Kurdistanê û bi giştî Iraqê rewşên nû ya pêketina bi vîrûsa Coronayê hatin tomarkirin.

Li Îranê jî bîlançoya pêketina bi vîrûsê zêde dibe û digihêje 45 hezar kesî.

Her wiha li Tirkiyê hejmara kesên bi vîrûsê ketine dibe nêzî 11 hezar kesî û ji bo girtina tedbîrên pêwîst dijî vîrûsê li zindanên Tirkiyê, bang tê kirin.

 

Li gorî daneyên dawî bi giştî Iraqê jî heta niha nêzî 650 kes bi vîrûsê ketine û 46 kes jî mirine.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Başûrê Kurdistanê jî ragihand ku jimara kesên ku bi vîrûsa Coronayê ketine gihiştiye 161 kesî û heta niha tenê 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsê jî, hikûmeta herêmê qedexeya derketina derve heya 10 Nîsanê dirêj kir.

Li Şengalê jî xebatên pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa Coronayê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de derman li Gundê Medîban yê ku şêniyên wê Ereb in hate reşandin.

Komîteya Tenduristiyê a Şengalê bang li gelê Ereb yê li derdora Şengalê kir ku xwe zêdetir biparêzin ji ber hatin û çûn di van gundan de pir zêdeye û ev jî dibe sedem ku metirsî li ser jiyana welatiyan zêde bibe.

 

Li Îranê bîlançoya pêketina bi vîrûsê zêde dibe

Li gorî daneyên dawî jî, Îran dikeve rêza 7’an de ku vîrûsê lê belav bûye.

Li Îranê, di 24 saetên borî de zêdeyî 3 hezar kesên din bi vîrûs ketine û zêdeyî 100 kesî jî mirine.

Wiha jî li giştî Îranê, heta niha nêzî 45 hezar kes bi vîrûsê ketine û nêzî 3 hezar kes jî mirine,

 

Li Tirkiyê jmara kesên bi vîrûsê ketine nêzî 11 hezarî dibe û 168 kes jî mirine

Li Tirkiyê jî, li gorî daneyê dewletê, heta niha, nêzî 11 hezar kes bi vîrûsê ketine û 168 kes jî mirine.

Sendîkaya Kedkarên Tendiristiyê û Xizmetên Sosyal jî diyar kir li nexweşxaneyên Tirkiyê li dijî hêla vîrûsa Coronayê têra xwe tevdîr nehatine standin û got:

”Li 60 bajarî û li 304 nexweşxaneyan tevdîrên dijî vîrûsê kêm in.”

 

Li her alî bang tê kirin ku girtiyên li zindanên Tirkiyê bên berdan

Komeleya Mafê mirovan a şaxê ÎHD’ê jî diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyê 1.564 girtiyên nexweş hene ku rewşa 591 ji wan giran e û divê tavilê bên berdan.

Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re ya Amedê bang li Wezarta Edaletê û rayedarên dewletê kirin ku guh bidin banga Neteweyên Yekbûyî û bi lez di serî de Rêber Ocalan, girtiyan hemûyan berde.

Her wiha 30 rêxistinên Ewropayî jî bang li Tirkiyê kirin ku girtiyên ji ber vîrûsa Coronayê li ser jiyana wan xeterî heye, werin berdan.

Back to top button