Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Ji bo azadiya Rêber Apo îmze tên komkirin

Pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li seransî herêmê her diçe berfereh dibe.
Li 3 kantonên herêmê ji bo azadiya Rêber Apo îmze tên komkirin.
Kesên ku îmzeya xwe dan, eşkere kirin ku ew ê heta azadiya Rêber Apo têbikoşin.

Komkirina îmzeyan ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi coş dewam dike.

Îro li kanotna Qamişlo û her du bjarokên wê Girbawî û Tenûriyê pêngava komkirina îmzeyan dewam kir.

Li Dêrikê jî hemleya komkirina îmzeyan bi coşeke mezin dewam bû.

Her wiha li navçeya Dirbêsiyê jî gel îmze dan û banga azadiya fîzîkî ya Rêbe Apo kirin.

Li Tirbespiyê jî îzme tên komkirin.

Pêkhateyên bajêr diyar kirin ku ew ê her tiştî bikin ta azadiya Rêberê xwe pêk bînin.

Li navçeya Çilaxa jî îmze tên komkirin.

Xelkên herêmê: Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê bixebitin

Bi heman daxwazê xelkên bajarê Amûdê û gundewarê wê îmzeyên xwe didin.

7 roje xebatên komkirina îmzeyan li Til Hemîs berdewam dike.

Şêniyên ku îmzeya xwe didin teqezî bo domandina têkoşînê kirin.

Komîteyên dil-xwaziyê xebatên komkirina îmzeyan li Til Temirê jî didomînin.

Xelkên navçeya Şedadê eşkere kirin ku hemleya komkirina îmzeyan erkeke neteweyî ye.

Li rojavayê Dêrazorê jî jinên ku ji bo azadiya Rêber Apo îmze kom kirine gotin bi saya projeya Rêber Apo ew azad bûn e.

Xelkên kantona Minbicê jî bi wê biryardarî û coşê îmzeyan xwe dan.

Kesên îmzeyên xwe dan, bang li CPT û rêxistinên mafên Mirovan kirin ku derbarê dosyaya Rêber Apo bi erkên xwe rabin.

Pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam e

Back to top button